Vexwendinname…
Em rêxistinên;partî û saziyên ku li jêr îmzeyê wan hene bangawaziya “Xwedîderketina Şoreşa Rojava” dikin.
Herkesên ku ji xwe re dibêjin:”Em Demokratin” “Em Pêşverû ne” “Em Şoreşgerin” “Em Sosyalîstin” “Em mirovin” divê bi berpirsiyarî û bi hişmendiya “İro roj roja xîretê û namûsê ye” tevbigerin!
Lewre dijminê sereke ê Gelê Kurd û Kurdistan Dewleta Tirk a Dagirker û Qirker amedekariyên dagirkirin û komkujiyên li Bakûr-Rojhilatê Surî û Rojava dike…
Rojava û Bakur-Rojhilatê Surî tê zanîn ku, bi têkoşîn û berxwedanê Siberoj û rûmeta Rojhilata Navîn û Gelê Kurd weke Stêrka Hêviyê bilind dibe û ji hêla Mirovahiya Mezin bi hezkirin tête hembêzkirin!..
Ev rastiya dewleta dagirker, qirker û faşîst ya Tirk, desthilatdarîya Akp/Mhpê Erdoğan û Bahçelî har dike. Bakur-Rojhilata Surî û Rojava bi têkvebirina Terorîstên DAİŞê xewin û xeyalên Erdogan di gewriya wî de hiştin. Daxwaza wî a ku bi gotina:”Kobanê ha ket, ha ket!” xwe da der jî dide nîşandan ku, ew dildarê DAÎŞ/IŞİDê ye… Dewleta Tirk a Faşist bi şerekî berfireh û kûr dixwaze tola têkveçuna IŞİD/DAİŞê bistîne û armancên reş û qirêj yên Terorîstên DAİŞ’ê ên ku nîvco mane bi vî şerê qirêj hêvî dikin temam bikin. Ev êrîşkarên har li kurê destkeftiyên Kurd û Kurdistan hebin dixwazin wirê hilweşînin, xera bikin û destkeftiyên Kurdistan û Kurdan ji destên wan derxînin û tune bikin.
Rojava û Bakur-Rojhilatê Surî ji alê dewleta dagirker, qirker û faşîst ve tê xwestin û armanckirin ku, ji holê bên rakirin. Di vê çerçoveyê de haziriya Şerê Kirêj dike… Yên piştgirî, hêz û cesaret didine vê êrîşkariyê sazî û dewletên têkildar ên navnetewî ne. Û bêguman bêdengiya wan e!
Em weke Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupa;
Di serî de Gelê Kurd, Kurdên li her çar Perçeyên Kurdistan, çi Başur, çi Rojhilat çi Bakûr, çi Rojava, ên li Sovyeta Berê dijîn ên li welatên Ewrûpa, çi Kurdên li Kanada, Avustralya, Japonya dijîn;yên li Qibrisê, Emerîqayê koçberin bi kurtasî Kurdên li her derên Cîhanê bi cî bûne û dijîn ger zanibin ev şerê kûr û kirêj ku Dewleta Tirk a Faşist amedekarîya wê dike berî herkesî wan alaqdar dike. Divê ji herkesî pêştir Gelê Me dengê xwe bilind bike. Pêwîst û girînge ku qiyametê rake li dijî Desthilatdariya Faşist ya Erdogan/Bahçeli. Kurdnoo ev doz doza te ye. Tê li herî pêş bimeşî. Pêşengê vê Berxwedana/Têkoşîna Rûmetê ti/tu yî! Ku ev Sedsal bibe a Kurda wê bi helwesta me Kurdan ya îroyîn diyar bibe.
Kurdên bişeref û bi rumet hadê roj roja te ye! Rabe û bi ser neyar ve bi ser dijmin ve bimeşe!
Ji hemû mirovahiyê, NATO, Emerîka, Rûsya, Yekîtiya Europayê û
Ji tevahiya derdorên mafên mirovan diparêzin re dibêjin:
Li dijî amedekariya êrîşa hilweşandin, xerakirina Bakur-Rojhilata Surî û Rojava dengê xwe bilind bikin.
Ji bo li Ezmanên Rojava û Bakur-Rojhilata Surî Rêyên Hewayî bêne girtin em diqêrînin.
EM DENGÊ DENGVEDANA 33 PARTIYÊN SİYASÎ ên Bakur-Rojhilata Surî û Rojava ne!
Em Dengê Milyonane. Ev deng ji Dewleta Yekbuyî Emerîkayê û ji Rûsya yê re dibêje:”Li dijî êrîşkariya Dewleta Tirk a Faşist û Dildarê DAİŞê hevbeş û hevkar tevbigerin û demildest Rêyên Hewayî ên Ezmanên Rojava û Bakur-Rojhilata Surî ji firrîna Firokeyên Şer yên Tirkiyê re qedexe bikin.”
Ev qêrîn qêrîna Şoreşa Rojava ye.
Ev qêrîn qêrîna Xweseriya Bakur-Rojhilata Surî ye.
Ev qêrîn qêrîna Biratiya Gelan e.
Ev qêrîn li dijî êrîşên dewleta Faşîst a Tirk qêrîna azadî, wekhevî û aştiyê ye.
Ev qêrîn qêrîna Kurdistanê û hemû Kurdan e!..
Em bi vî hest û helwestî her mirov, kes, rêxistin, sazî, tevgêr û partiyên ku dilê wan ji bo Rojava û Bakur-Rojhilata Surî lê dide û ji bo meş û mîtîngên 23ê yê Tîrmehê li tevahiya Europayê dê bêne lidarxistin vedixwînin tevlîbûn û beşdarbûnê!
De hadê roj roja li dijî Dewleta Tirk a Faşîst mil bi mil ketina rê ye!
Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupa
- YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
- Tevgêra GORRAN
- KCDK-E (Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewrupa) KUR
- TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
- Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
- Kongra Star (Rêxistna Jin Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûryê) Europe
- Partiya Zahmetkêşan – Başûr
- PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
- Tevgêrê Azadî
- PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
- P.D.K.S (Partiya demoqrat a kurdî ya sûrî )
- Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
- Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya.
- PÇDKS ( Partiya çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê.)
- Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( El Partî).
- Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.
- Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrya.
- Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.
- Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya.
- Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrya.
- Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriya.
- PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)
- KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
- Tevgera Kawa
- PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
- Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan
- KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan)
- KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
- Platforma Horam
- Plattform Zagros
- Plattform Yarsan
- Yarî Kurd
- Partiya Dimokrati Pêşvero kurdi Li Surîya
- Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
- Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
- FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
- NAV YEK (Navenda Mal û Komelê êzdiyan)
- Kurdische Zentrum Berlin
- CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
- Enstituta Kurdî – Almanaya
- Enstituta Kurdî – Bruksel
- MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
- YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
- YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
- Kurdische Gemeinde zu Berlin-Brandenburg e.V.
- Dachverband der Êzidischen Frauenräte
- DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
- Mezopotamya Halk Kongresi.
- Mezopotamya Özgurluk Partisi.
- Kurdistan human rights Association
- Civaka Kurd ji bo Neteweyên Yekbûyî
- Partiya Roj