Ji Gelê Kurdistanê Re!..
Em partîyên xwe, rewşenbîrên xwe û gelên Kurdistanê yên ji bo protestokirina 101. salîya Peymana Lozanê hatine cem hev, bi hurmet silav dikin.
Peymana Lozanê welatê me kirîye çar parçe. Welatê me Kurdistan hatîye dagirkirin, hemû mafên neteweyî, demokratîk û azadîya wê hatîye binpêkirin. Ji sed salî zêdetir e, nasnameya wê ya neteweyî tune hatîye hesibandin. Li cîhanê ji kêm neteweyan yek e ku gelê Kurdistanê dewleta xwe ya neteweyî ava nekirîye.
Dewleta faşîst ya Turkîyeyê, dewletên mêtînger ên herêmî û hêzên emperyalîst ên navneteweyî, di serî de parçeyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dixwazin ji nû ve Kurdistan bê îlhaq kirin. Dewleta Turkîyeyê li kûrahîyên Kurdistanê eskeran kom dike. Ji bo Dewleta Federal a Başûrê Kurdistanê ji hole rabike eskerên xwe li herêmên dagirkirîye dide ser hev û hewl dide ku wek mayinde li herêmê bi cî bibe. Dixwaze, destkeftîyên neteweyî yên Rojava û Rêveberîya Xweser a Rojava û nirxên neteweyî yên gelê me ji holê rabike.
Welatê me Kurdistan di bin êrîşên tund de ye. Hemû hêzên neteweyî yên Kurdistanê bêyî ku dem derbas bibe, divê li hemberî dewletên mêtînger ên herêmî yekîtîya xwe ya neteweyî, di asta herî bilind de ava bikin û destkeftîyên xwe yên neteweyî biparêzin.
Wek Partîya Komunîst a Kurdistanê (KKP) divê em bi hişmendîya wezîfeya ku dîrokê li ser milê me û Komunîstên Kurdistanê bar kiriye tev bigerin û wek wezîfeyeke dîrokî em ê di nav her cûre yekîtîyên neteweyî yên pêk bên de cîyê xwe bigrin.
Parastina Kurdistanê bi bilindkirina şer û têkoşîna azadîya neteweyî pêk tê. Di vê manê de, ji bo Gelên Kurdistanê hukmê Peymana Lozanê betal e, em wê nas nakin.
PARTÎYA KOMÜNÎST A KURDÎSTANÊ (KKP)
KOMÎTEYA NAVENDÎ
28.07.2024
