Friday , March 31 2023
Home / Uncategorized @Kr / JI DAGIRKIRIN Û ŞER RE NA!

JI DAGIRKIRIN Û ŞER RE NA!

JI DAGIRKIRIN Û ŞER RE NA!
Dewleta Tirk a faşîst a dagirker, kolonyalîst xwe amade dike ku li herêmê defê şer ji nû ve çalak bike.
Ji bo berjewendiyên xwe yên emperyal dixwaze gelê me û gelên herêmê bitirsîne.
Bi dengên AKP, MHP û ÎYÎ PARTIYÊ, ji bo operasyonên li derveyî sînor û dagirkeriya artêşa Tirk a faşîst, Iraq û Sûriyeyê, erka şer 2 salên din hat dirêjkirin.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê pêşnûmeya şer dîsa anî rojeva Meclisa Mezin a Tirkiyeyê û qebûl kir. CHP’a ku ji sala 2012’an û vir ve her cure biryarên şer erê kir, vê carê bi HDP’ê re dengê ‘na’ da. Bi salan e Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê veguheriye navenda erêkirina şer. Aritmetîka MMT’da ya herî zêde heye ku desthilatdariya şer bigire. Dewleta Tirk a faşîst ku desthilatdariya xwe ya şer 2 salên din dirêj kir, bi dengekî şovenî wê êrîşî hemû gelên herêmê û bi taybet gelên li Kurdistanê bike. Dewleta Tirk a dagirker û kolonyalîst dixwaze dagirkeriya li Kurdistanê bidomîne û herêmên xwe yên dagirkeriyê berfirehtir bike. Şanoya pêşkêşkirin û pesendkirina pêşnûmeya şer a ji bo Meclîsê, ji bo “meşrûkirina” vê planê tê lîstin, tê wateya xwîn, hêsir û wêraniya zêdetir ji bo gelên Kurdistan û herêmê.
Şer û biryara dagirkeriyê tê wateya wêrankirina malên gelên Bashûr û Rojavayê Kurdistanê û rijandina xwînê. Fermana şer tê wateya têkbirina hemû çavkaniyên mirovî û madî yên hemû mafên herêmê û bi taybet destkeftiyên gelê me. Fermana şer tê wateya tunekirina xwezayê… Fermana şer tê wateya xizanî, birçîbûn, rondikrin û koçberiyê… Fermana şer tê wateya şîdeta li ser jinê û serdestiya zîhniyeta serdest a mêr…
Bi kurtasî ev biryar îlana dijminatiya Kurd û Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a faşîst ku her roj Başûrê Kurdistanê bombebaran dike, li dijî gerîlayên PKK’ê û gelê me yê sivîl jî gaza kîmyewî bikar tîne. Dewleta faşîst a ku rêgezên şer nas nake, her roj sûcekî nû yê şer dike.
Her roja ku derbas dibe, krîza di aboriya Tirkiyê de kûrtir dibe û ber bi binî ve her ku diçe xirabtir dibe. Rejîma Erdogan a faşîst ku li hemberî krîzên aborî û siyasî bêçare maye, wê bi fermana şer êrîşên xwe yên qetlîamker kûrtir bike.
Bi biryara şer a dewleta Tirk a faşîst, rejîma Erdogan-Bahçelî li dijî rêxistinên terorê; Dixwaze bêhnekê bide OSO, DAIŞ û El Nûsra. Qanûna şer erka wan e ku zêdetir jin, kal û pîr bikujin.
Çareserkirina şer, hewldana desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ye, ku roj bi roj desteka xwe ya civakî winda dike, ji bo xebatên hilbijartinê yên pêş me bi manîpulekirina gelê xwe, ji bo xwe û hevkarê xwe yê biçûk desteka dengan bide.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji bo armancên xwe yên sala 2023’an bi vî rengî polîtîkayên xwe yên li ser xwîna zarokên gel kom dike.
Weke Partiya Komunista Kurdistanê -KKP banga me ji gelê xwe û gelên Tirkiyeyê re ye; Werin em li dijî pêşnûmaya şer helwesteke hevpar nîşan bidin; Werin em bi gelê xwe û gelên herêmê re têkoşîna yekbûyî ya şoreşgerî bilind bikin.
Bijî têkoşîna şoreşgerî ya gelê me ya li dijî şer!
PARTIYA KOMINSİT A KURDISTAN (KKP)
Komîteya Navendî
27 Cotmeh, 2021

Bölüme ait diğer yazılardan!

REHEVAL AHMET KERÎM XATİR Jİ TEKOŞÎNE XWEST!

REHEVAL AHMET KERÎM XATİR Jİ TEKOŞÎNE XWEST!Li gorî agahiyên ku me duh ji gelek çavkaniyan …