Thursday , April 25 2024
Home / Aktûel / JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ -Civîna Yekîtiya Netewî-

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ -Civîna Yekîtiya Netewî-

JI BO ÇAPEMENÎ Û RAYAGIŞTÎ
-Civîna Yekîtiya Netewî-

Ji ber sedema Coronavirusê, îro 2 Nîsan 2020 saet di 17.00 de, ji çar perçeyan nûnerên parti û pêkhateyên Kurdistanî, bi navê “YEKÎTIYA NETEWΔ, bi rêya SKYP a djîtalê, konferans hat çêkir. Nûnerên partî û pêkhateyan, ew ê Cejna NEWROZA îsal, bi dirûşma YEKÎTIYA NETEWÎ pîroz bikirana, lê weke tê zanîn ji ber nexweşiya Coronavirusê pêknehat. Belê li ser medya civakî zindî hate pîrozkirin.

Di konferansa Skype de, nirxandinê ku çiqas Kurdistaniyan li Ewrûpayê jiyana xwe jiber “Virusa Korona”’yê ji dest dane û çend kes bi vê nexweşiyê ketine, niqaş hat kirin. Di encamên nirxandinan de, hem fîkirî pêkhat ku her çar perçeyên Kurdistanê jî di bin xetereya koronavirus de ne.

Nûnerên partî û pêkhateyên Kurdistanê, xebata xwe ya ji 10ê Adara 2020 heya iro dan xuyakirin. Bi taybetî, di derbarê ambargoya li ser Wargêha Mexmûrê de, nirxandin hatin kirin. Hat gotin ku êw vê ambargoyê qebûl nakin û ew pirsgirêkek netewiye, pewiste bi lez Ambargo were bi dawi kîrin. Bi taybetî li ser Kampên Mexmûrê, Şengal û Şehbayê, Parti û Pekhatiyên Kürdistanê rawastiyan û diyar kirin, ku bi pêşengiya Heyva Sor a Kurdistanê, Projeyên Alikariyê bêne şandin û jibo wê Diyalog bi rayedarên hikûmeta Başûr re werin danin.

Di demek wisa de ku krîza Coronayê, di cîhanê de yekemîn rojeva mirovatiyê ye, li Kurdistanê hêzên dagirker û mijoker, dixwazin vêna ji xwe re bizîvirînin derfetêkê. Li Bakur, şaredariyên ku bi vîyana gel hatine hilbjartin û di xizmeta gel de ne, bi derbeya kayûman ew ji kar derxistin, bi polîtikaya dujminatiya Kurdan êrîşî ser gel dikin, bi hezaran siyasetmedar rehîn girtine, xistinin zîndanan û bi giştî jiyana gel xistiye nava xeterek mezin. Dewleta Îranê, herkesî azad dike, lê Kurdan di zîndanê de digre! Dagirker, di nava her şerd û mercan de êrîşî ser destkeftî û rûmetên gelê me dikin. Di pêvajoyek wisa de, tiştê ku dikeve ser milê hemû Kurdan, divê ne cudatiyên xwe, belê berjewend û tenduristiya gelê xwe derxin ser her tişti û bi ruhê yekitiya neteweyî xwe bi hev ve girêdin, bibin piştgriyên hev, bibin hevparkirên hev û bi vê şêwazê tenduristiya gel, di ser partî, sazî û fikir û ramanên siyasi re bigrin.

Hemû hevalên beşdarî Konferansa Skyp’ê bûn, tekez kirin ku di vê rewşa awarte ya em di nêv de ne, pêwiste her Kurd di vê pêvajoyê de xwe wek berpirsiyar bibine û li her 4 Parçeyê Kürdistanê xwedi derkêve. Biryarên ji bo plansazkirinê piştî nirxandin û analîzan hatin girtin. Yekîtiya neteweyî di vê demê de, pîr hewceyî pê heye. Bi pêşxistina hevkarî û hişmendiya civakî, bi çalakiyên bi rêxistinbûyî, bi koordine, divê em hevaltiya kolektîf a yekîtiya neteweyî pêş bixin û tenduristiya gelê xwe ji her tiştî zedetîr bigrin dest.

Di civînê de ji bo hemû partî û saziyên Kurdistanî bang hate kirin, ku di vê pêvajoyê de, weke pêdiviyên welatparêziyê û mirovbûyînê, divê tenduristiya însanên me di ser her tiştî re were girtin, cudahîyan bidin rexekî û xebata hevkar were pêşxistin.

Di civînê de, ji bo gelê Kurdistanê ev bang hat kirin:

Divê em li dijî nexweşiya Coronavirusê, li goreyî berjewendê civakî û bi disiplinî tevbigerin û em li malê bimînin. Divê em bi hişmendiya ne ku bi tenê li himber xwe belê li himber însanên din jî em berpirsiyarin, tevbigerin. Lewma divê em li nexweşiya Coronavirusê sivik ne nerin, em ji bo tenduristiya xwe û derdorên xwe hemiyan vê mijarê giring bibînin û bi vê berpirsiyariyê tevbigerin. Li himber Coronavirusê, em e bi hişmendiya civakî, piştgrî û têkoşîna hevpar bi serkevin. Her wiha divê em, bê ferq û cudahî li hemû civaka xwe bi telefonê bigerin, pirsa tendurîstiya wan û bi giştî rewşa hewcedariyên wan bikin û bi kurtayî wan bê xwedî nehêlin!

 

Di civînê de ev biryarên giring hatin standin:

• Civîna Yekîtiya Neteweyî, ew ê ji mehê carekî, bi dijîtalê were çêkirin
• Li dijî Coronavirusê, ji bo parastina tenduristiya gelê Kurdistanê, divê di çarçova yekitiya netewî de xebata hevpar were meşandin.
• Nameya li dijî Ambargoya li ser Wargeha Mexmûrê ya hevpar a ku ew ê were amadekirin, divê ji Rêveberiya Başûr, PDK, Rêzdar Mesûd Berzanî, Rêzdar Nêçîvan Berzanî û ji Serokê Parlamentoyê re, bi rêya e-posta, telefon û dijitalên din ve were şandin.
• Divê nameyek hevpar were amadekirin, ji bo ku ji YN û saziyên navneteweyî re were şandin.
• Divê kampanya malbatên xuşkûbira, di rêza pêşî de ji bo Mexmûr, Şingal, Şehba û Lavrovê û paşê bi giştî ji bo hemû Kurdistanê were sazkirin. Ev kampanya, divê di ser HEYVA SOR A KURDISTANÊ re were meşandin.
• Ji bo zindanên Tirkiyeyê, Bakurê Kurdistanê, Îranê û Rojhilat, di rojên 5-6’ê Nîsanê de, li ser medya civakî kampanya were çêkirin.

 

Partî û Saziyên Beşdar

• YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
• Tevgêra GORRAN
• KCDK-E(Kongra Civakên Demokratîka Kurdistaniyên-Ewrupa)
• TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
• Partiya ŞÛÎ Kurdistan – Başûr
• Partiya Zahmetkêşan – Başûr
• PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
• Tevgêrê Azadî
• PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat )
• P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdî ya sûrî)
• Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
• Tevgêra nûjen a Kurdistanî-sûrya.
• Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( el partî).
• Partiya Demokrata Pêşverû ya kurd li sûriya.
• Partiya Çep a Demokrat li sûriya.
• PYDKS – Partiya Yekiti ya demoqrat a kurd li sûriyê .
• Partiya rêkeftin a kurd li sûrya.
• Partiya çaksaziya kurd li sûriya.
• Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya.
• Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya.
• Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya.
• PIK (Partiya islamiya Kurdistan)
• KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
• Tevgêrê Kawa
• PJAK(Partiya Jiyana Azad a Kurdistan)
• Yakatî şorşgêrî kurdistan
• KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan )
• KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan )
• Platforma Horam
• Plattforma Zagros
• Plattforma Yarsan
• Yarî Kurd
• Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
• FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
• NAV – YEK ( Federasyona Komelên Êzidiya)
• Kurdische Zentrum Berlin
• CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
• Enstituta Kurdî – Almanaya
• Enstituta Kurdî – Bruksel
• MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
• YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
• YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
• Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
• Dachverband der Êzidischen Frauenräte
• DKF ( Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
• Kongreya Gel a Mezopotamya(Mezopotamya Halk Kongresi)
• Partiya Azadiya Mezopotamya(Mezopotamya Özgurluk Partisi)
• Kurdistan human rights Association

 

Bölüme ait diğer yazılardan!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin Li hemû cîhanê mirovahî …