Saturday , April 20 2024
Home / Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re,

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re,

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re,

Dîtin û daxwaziyên me sazî û partiyên Kurd di derbarê pandemiya Covid-19 de,

Me Partî û saziyên Kurd, Asûrî, Tirkmen, Ezdî, Misliman, Xiristiyan, jin, ciwan bi hev re ev metna amade kir û îmza kir. Ev du meh in ku li welatên em lê dijîn, em li dij Covid-19 bi têgîştineke seferberiyê di nava tevgerê de ne. Em hewl didin ku li ser bingehê nirxên mirovî piştgirî, alîkarî, bi xebateke bi hev re bixebitin.

Her çendî li ser ev vîrûsa kujêr a ku cihan ser û binkiriye, çawa derketiye û berbelavbûye gengeşî û analîzên kûr tinebe jî, Bê guman mirov dikare bêje ku ev li ser bingehê ruxandina hevsengiya xwezayê, xirakirina ekolijiyê û bi wê ve girêdayî guherîna klîmayê pêkhatiye. Pêdiviya vê pergala cihanê ku êdî gihîştiye keviya têkçûna xwe, bi reformên bingehîne heye. Di pêvajoya kareseteke wisa de, gelên Kurdistanê ku di sedsala derbasbûyî de bê navber rastê komkujiyan hatibûn, lê dîsa jî karîbûn hetanî radeyekê xwe biparêzin, niha bi vê karesete re rû bi rû mane.

Em pêkhateyên xwedan nêrînên cûda, dixwazin ku dîtinên xwe bi we re parve bikin. Daxwaziya me ji we ev e: Em daxwaz dikin ku hûn mafê jiyana gelê me bi awayekî lezgîn bigirin bin parastinê. Bi vî awayî pêşî li karesata vê şewba koronayê derxistiye pêş gelê me bigirin.
Her wiha em daxwaz dikin ku hûn bi rêya têkiliyên xwe yên dîplomatîk rêya alîkariya ji bo gelê me yê li Mexmur. Şengal, Şehba û bi giştî li Rojava bidin vekirin.
GIRTIYÊN LI TIRKIYÊ
Tevahiya cihanê di bin kareseta vê pandemiya Civid-19 de ye. Ev kareset ti cudahiyê nake navbera netew, bawerî, zayend yan jî erdnigariyê, talukeyeke giştî ye. Lê ev jî zelal e ku ev vîrûs bandorê herî zêde li hin civakan dike, Xwerû jî karlêka wê li salmezinên ku hêza wan a ragirtinê melûl bûye dibe.
Em newekheviya nojdarî bidin aliyekê, rewşa kesayetiyên azad ya li hember vîrûsê mîna heve in. Bes rewşa awerta rewşa kesen di girtîgehan de ne. Bi dehhezaran girtiyên di hepasan de bê parastin û bê derfetên tendûristiyê ne. Ew ne dikanin biryara xwarin û vexwarinen xwe bidin, ne jî dikanin bi tevê kê bimîne, ji kê dûr rawestê biryar bidin. Di rewşeke belavbûna vîrûsê de mîna agir bi gihayê kode bikeve, her kesê li wir dişewitîne. Serkariya Tirk bi cudahiyeke mezin mîna ku girtiyên siyasî bi mirinê bidarizîne, qanûna darazê ya nû derxist.
MAXMÛR
12 000 mirovên li qampa Maxmûrê, di bin dorpêçkirina rêvebiriya heremê de di nava hewldanên li jiyanê mayînê de ye. Her çendî ev qamp di bin parastina Komîseriya pênaberan a yekitiya netewan de ye jî, li vir hebûna UNHCR hîç nayê hîskirin. Her wiha serkariya Iraqê jî li hember vê rewşê bêdeng e. Serkariya Kurdistana Başûr ji 18, Tîrmehê 2019 an vir ve jî bi awayeke tayebet bi tevahî ew ji cihanê tecrît kirine. Ev 12 000 mirov di bin ambargoya rêvebiriya Kurd ya heremî de di nava şerê li jiyanê mayînê de ye.
Vê derketina vîrûsa kironayê çiqas cihan xistibe nava pêvajoyeke kareseteke, du caran bi qasê wê jî gelê me yê di nava dijavantajê de xistiye nava kareseteke tarî. Xwerû jî talûkeya gelê me yê li Maxmûrê vê re rû bi rû maye, hê xedartir e. Ji xwe berê jiyana wan di talûkeyê de bû, bi vê re bi mirinê re rû bi rû ne.

ŞENGAL

Her wiha gelê me yê Êzdî yên li Şengal/Sincar dijîn bi komkujiyeke nû re rû bu rû ne. Şengal jî bi awayekê hatiye dorpêçkirin. Hê hem hêzên dewleta Iraqê û hem jî hêzên Haşdi Şabi li derdorê ne. Gelê me yê Şengalê ji ber vê dorpêçkirinê di nava ambargoyeke xwerû de ye. Li gel wê di bin gefxwarinên dewleta Tirkiyê de ne jî. Tirkiye gelek caran êrişên hewayî li dij Şengal’ê pêkanîn. Di vê rewşê de ev vîrûsa koronayê dikane wek komkujiyeke li ber çavên cihanê pêkbîne. Gelê me yê Şengal ta îro ji tu derekê alîkarî negirtiye, hewl da ku bi derfetên xwe li pê bimîne. Divê neyê jibîrkirin ku li vir ji 150 000 î zêdetir mirov tenê bi derfetên kêm dijîn.

BAKUR / ROJHILATÊ SURIYÊ
Ev herema taybet ji 7 kantonan pêk tê û li dora 5 milyon mirov li vir dijîn. Derfetên vê herêma di bin Rêvebiriya Xweser a Demkratîk a Bakûr – Rojhilatê Surîyê de gelek kêm in û çaravêl jî dorpêçkiriye. Derfetên di destê wan de ne di wê astê de ye ku bikare di rewşeke belevbûna vîrûsa koronayê de bibe bersiv. Her wiha li kantonên Cizîre û Heseki bi sedhezaran koçber hene Piraniya wan ji herêmên wek Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Til Temir ku bi aliyê dagirkerên Tirk ve hatiye dagirkirine û beşek wan jî ji heremên di bin rêvebiriya serkariya Surîyê de revîne, hatine vira.
Li herêmên di bin rêvebiriya xweser de bi dehan kampên piçûk û 15 kampên mezin hene. Li Devera Cizîrî du kampên mezin, yên jin û zarokên Daîşiyan lê dijîn jî hene.
Bêgûman Rêvebiriya Xwesera Demokratîn bi derfetên xwe yên kêm di nava amadekariyan de ne. Lê 15 kampên pir mezin hene! Hê ji aliyê saziyên navnetewî ve ti alîkarî ji bo van kampên koçber û pênaberan nehatiye şandin.
Û herî dawiyê jî dewleta tirk roja 21 adare ava kantona Hesekê û ya Tîl Temirê birrî, Ev tena serê xwe vê xeternakê li ber çavan radixîne.
KAMPA ŞEHBA YÊ

Li 74 gundên herêma Şehba yê û bajarê wê Til Rifatê 100 000 şehbayî û ji 100 000 zêdetir jî Efrinî dijîn. Li 5 kampên Şehbayê de kesên ji Efrînê û yên bere weke koçber li Efrînê bûn û ji ber dagirkeriya Tirk cardin di divêtiya koçberiyê de man, dijîn. Her çendî UNICEF ê di 23 nîsanê de ragihand ku, av nikane bi armancên leşkerî were bikaranîn û 460 000 mirov bêav were hîştin jî, dewleta Tirk bi girtina stasyona Elûkê pêşî li avê girtiye. Û hê jî pêşiya avê bernedaye.

IRAN / ROJHILAT

Baş tê zanîn ku piştê Çînê vîrûs li Îranê belav bû û gelek mirî hat dayîn. Ji ber ambargoya navnetewî û kaosa siyasî ya Rêvebiriya Îranê di nav de, agahiyên têr negêhêjin destê me jî. Ew trajediya gelê me yê Rojhilat di navde ye gelek xeternak e! Di navbera 12-15 mîlyona gelê me li Rojavayê Îranê (Kurdistana Rojhilat) dijî. Ew di bin du ambargoyan de ne; yek ambargoya Îranê yek jî ya navnetewî. Ji ber vê kareseta vîrûsa Covid-19 afirandiye, dive ev ambargo were rakirin. Her wiha alîkariya tendûristiyê were şandin.

DAXWAZIYÊN ME

Pirsgirekên me li jor destnîşan kirine, yanê azînên li dij kurdanistaniyan daxistine qada jiyanê Li dij qanun û dada mirovbûnê ne, rasterast sûçên navnetewî ne. Mirovên me bi êriş, gefxwarin, Ambargo, dorpêçkirinan ve rû bi rû ne. Di vê rewşê de berpirsiyarê di serî de ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropa, û dewletên li herêmê hêzên wan ên leşkerî hene ye. Divê li berpirsiyariyên xwe xwedî derkevin!

Em daxwaz dikin ku sazî û hêzên navnetewî bi awayeke lezgîn dest bavêjin vê rewşa xeternak û mafê gelê me yê jiyanê biparêzin.

Bi silavên rêzdarî.

PARTÎ Û SAZIYÊN EV DAXUYANÎ ÎMZAKIRINE

• YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
• Tevgêra GORRAN
• KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
• TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
• Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
• Partiya Zahmetkêşan – Başûr
• PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
• Tevgêrê Azadî
• PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)
• P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
• Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
• Tevgera nûjen ya kurdistanî-sûrya.
• Partiya demokrata kurd li sûriya( el partî).
• Partiya demokrata pêşverû ya kurd li sûriya.
• Partiya çep a demokrat li sûriya.
• PYDKS – Partiya Yekiti ya demoqrat a kurd li sûriyê .
• Partiya rêkeftin a kurd li sûrya.
• Partiya çaksaziya kurd li sûriya.
• Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya.
• Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya.
• Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya.
• PIK (Partiya islamiya Kurdistan)
• KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
• Tevgêrê Kawa
• PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
• yakyatî şorşgêrî kurdistan
• KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan)
• KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
• Platforma Horam
• Plattform Zagros
• Plattform Yarsan
• Yarî Kurd
• Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
• FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
• NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
• Kurdische Zentrum Berlin
• CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
• Enstituta Kurdî – Almanaya
• Enstituta Kurdî – Bruksel
• MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
• YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
• YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
• Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
• Dachverband der Êzidischen Frauenräte
• DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
• Mezopotamya Halk Kongresi.
• Mezopotamya Özgurluk Partisi.
• Kurdistan human rights Association

15.04.2020

 

 

Bölüme ait diğer yazılardan!

JI GELÊ ME RE!

JI GELÊ ME RE! Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kongreya xwe ya 10.mîn bi serkeftî …