Friday , March 29 2024
Home / Aktûel / Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin
Li hemû cîhanê mirovahî li hemberî pandemiya vîrûsa koronayê hewl dide ku xwe biparêze, hewl dide ku pêşiya vê pandemiyê bigre. Rêveberiyên welatan hewl didin ku gelê xwe ji vê felaketê biparêzin. Lê belê dema ku hemû cîhan bi vê felaketê re mijûl e, dewleta Tirkiyê pandemiya vîrûsa koronayê ji bo xwe wek firset dibîne û êrişên ku li ser gelê Kurd dimeşîne hê jî zêdetir dike.
Ji ber êrişên dewleta Tirkiyê yê hewayî li ser Wargeha Mexmûrê, duh sê jinên ku ji bo dotina şîrên pezên xwe çûbûn nav pez, bûn hedefên êrişan û hatin qetilkirin. Wek partiyên siyasî û rêxistinên medenî yên ku navên wana li jêr hatiye nivîsandin, em vê êrişê bi tundî şermezar dikin.
Li hemberî vê qetlîamê di serî de Hukumeta Herêma Kurdistanê, Hukumata Iraqê û Netewên Yekgirtî heta vê seetê jî bêdeng in. Ev bêdengî cesaret daye ku dewleta Tirk van êrişên xwe heta naha her tim berdewam kiriye. Em vê bêdengiyê bi hîç avayekî qebul nakin. Bi taybetî bêdengiya Serokatî û Hukumata Herêma Kurdistanê, di nav gelê Kurd de sedemê nerazîbûneke pir mezin e.
Li gel êrişên li ser Wargeha Mexmûrê, heman demê de li herêma Zînê Wertê de, di navbera pêşmergeyên PDK’ê û ê YNK’ê aloziyeke mezin pêşketiye. Xeterî heye ku ev bibe sedemê şerekî navxwe. Ev rewş jî bi hîç avayekî nayê qebulkirin. Şerekî di nav hêzên partiyên Kurd de, tenê daxwaz û xizmeta dewletên dagirker û taybetî jî di vê pêvajoyê de xizmeta dewleta Tirk dike.
Em di serî de bang li Serokatî û Hukumata Herêmê Kurdistanê dikin; Bêdengî û bêhelwestbûna li hemberî êrişên dewleta Tirk, ji bo gelê Kurd pir giran e û bi hîç awayekî nayê qebulkirin. Pêwîst e di vê mijarê de nerazîbûn û helwest bête nîşankirin û hesara li ser gelê Wargeha Mexmûrê jî bête rakirin, ji ber ku ev hesar ji bo gelê Kurd êdî gêhîştiye asta şermê.
Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; Êriş û neyartiya dewleta Tirk ne tenê li ser Wargeha Mexmurê ye, êriş li ser hebûna gelê Kurdistanê ye. Cîhan li hember felaketa vîrûsa koronaya hewl dide ku xwe biparêze, lê belê dewleta Tirk di vê demê de jî neyartiya Kurda berdewam dike û bi hemû hêza xwe dixwaze destkeftên gelê Kurd têk bibe.
Pêwist e gelê me li hemberî êrişên dewleta Tirk wek gelên çar parçeyên Kurdistanê bi hev re; wek partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşembîr, hûnermend, medya Kurdî hemû bi yek deng bin. Dost û dujmin bibîne ku gelên Kurdistanê li hemberî êrişên dewleta dagirker a Tirk bi hevra îttîgaq in. Hetta ku em bi hevre nebin yek, em him nikarin li hember êrişên dewleta dagirker gelê xwe biparêzin hem jî li hemberî dîrokê em nikarin xwe biparêzin.
Em Netewên Yekgirtî û Hukumata Iraq’ê re jî bang dikin ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng nemînin, bêdengî hevkariya dewleta Tirk e, ji bo parastina gelê Wargeha Mexmûrê pêwîst e berpirsyariyên xwe pêk bînin.
Partî û Saziyên Beşdar
• YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
• Tevgêra GORRAN
• KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
• TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
• Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
• Partiya Zahmetkêşan – Başûr
• PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
• Tevgêrê Azadî
• PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat)

• P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
• Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
• Tevgera nûjen ya kurdistanî-sûrya.
• Partiya demokrata kurd li sûriya( el partî).
• Partiya demokrata pêşverû ya kurd li sûriya. • Partıya Çepa Demoqrat A Kurd le Sûrıya.
• PYDKS – Partiya Yekiti ya demoqrat a kurd li sûriyê . • Partiya rêkeftin a kurd li sûrya.
• Partiya çaksaziya kurd li sûriya.
• Partiya kesk a Kurdistanî li sûriya.
• Partiya demokrata Kurdistanî li sûrya. • Partiya komanist a Kurdistanî li sûriya. • PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)
• KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
• Tevgera Kawa
• PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
• yakyatî şorşgêrî kurdistan
• KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan) • KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
• Platforma Horam
• Plattform Zagros
• Plattform Yarsan
• Yarî Kurd
• Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
• FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
• NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
• Kurdische Zentrum Berlin
• CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
• Enstituta Kurdî – Almanaya
• Enstituta Kurdî – Bruksel
• MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
• YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
• YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
• Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
• Dachverband der Êzidischen Frauenräte
• DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
• Mezopotamya Halk Kongresi.
• Mezopotamya Özgurluk Partisi.
• Kurdistan human rights Association

16.04.2020

Bölüme ait diğer yazılardan!

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re, Dîtin û daxwaziyên me sazî û partiyên Kurd di derbarê pandemiya Covid-19 de,

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re, Dîtin û daxwaziyên me sazî …