Li Şingalê Xwedîderketin û Ji Bo Wê Rabûna Serpiyan, Peywirek Netewî Ye!
Hemû êrişên ji holê rakirinê yên li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê, YJŞ/YBŞ, Asayişa Êzîdxanê û saziyên îradeya azad yên Şengalê, li hemberî tevahiya Kurdistan û gelê Kurd tên kirin.
Di 9‘ê Cotmeha 2020‘an de, li dijî civaka Êzîdî û warê wî yê pîroz Şengalê, di encama lihevkirina di navbera rejima faşîst ya Erdoğan, PDK û hikûmeta Kazimî de, peymanek hat îmzakirin. Peymana ku di navbera Hewlêr-Bexdayê de, bi armanca ji holê rakirina deskeftiyên civaka Êzîdî û pêşîvekirina fermanek nû hatî îmzakirin, tevî nerazîbûna tevahiya civaka Êzîdî û gelê Kurdistanê jî, bi hemû dijwariya xwe di meriyetê de ye. Ev zêdetirî 5 meh in ku gelê Kurd, sazî û rêxistinên wê bi civaka Êzîdî û berxwedana wê re, di nav piştgirî û çalakiyan de ne. Her weha bi dehê caran bang li hikûmetên HewlêrBexdayê dikin da ku ew, ev peymana ku ne di berjewendiyê civaka Êzîdî, Kurdistan û Iraqê de ye batal bikin. Lê mixabin hemû hewldan û bangên me ji aliyê hêzên ku ev peyman îmza kirine ji nedîtî ve tên û ew bi israr dixwazin pîlana qirkirinê ya li dijî civaka Êzîdî û gelê Kurd ku li pişt wê diktator Erdogan û dewleta qirker û faşîst ya Tirk heye, bicih bînin û bidin meşandin.
Peymana 9’ê Cotmeha 2020‘an berdewamiya kopmlo û qirkirina ku ev 22 sal in li dijî gelê Kurd-Kurdistan û herêmê tê meşandin e. Îmzakirina wê ya di wê rojê jî ne tesaduf e. Ya ku me wek sazî û rêxistinên Kurd herî zêde di êşîne û bi me re bêzaririyê çêdike, ewa ku hêzêk ku qaşo navê Kurd û Kurdistanê li xwe kiriye, di vê roja komplo û qirkirinê de, bi dijminên gelê Kurd û Kurdistanê dibe yek, tevlî pîlan û projeyên wan yên qirkirinê dibe û peymanan îmza dike.
Bicihanîna vê peymanê bicihanîna siyaseta Erdogan û Osmanitiya nû ya serdemê ye. Dewleta Tirk û Erdogan dixwazin bi têkbirina îradeya azad ya civaka Êzîdî û dagirkirina Şengalê re, siyaseta şer û dagirkirina li Kürdistan û tevahiya herêmê bi lêztir û encam bikin. Êrişên li ser Şengalê, Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê bi yek armancê tên kirin û ji hevdu ne qut in. Dewleta Tirk bi fetihkirina Şengalê re dixwaze tevahiya Kurdistanê fetih û dagir bike.
Dewleta Iraqê ji dixwaze gef, êriş û siyaseta qirkirinê yê dewleta Tirk ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Bi Erdogan civaka Êzîdî tehdît dike û dixwaze hemû deskeftiyên ku piştî fermanê bi xwîna hazaran cangorî û qurbanî hatîn bidestxistin ji holê rake û siyaseta xwe ya şovenîst li Şengal û Kurdistanê xûrt bike. Bi vê armancê herî dawî 24 saet mohlet dan civaka Êzîdi ku hêz û îradeya xwe ya azad tasfiye bike û teslîm bibe. Li dijî vê yekê civaka Êzîdî di nav berxwedanek bi rûmet, pîroz û dîrokî de ye. Civaka Êzîdî di parastina îradeya xwe ya azad û deskeftiyên xwe de bi israr û biryar e.
Em wek sazî û rêxistinên Kurd vê berxwedana rûmet û dîrokî ya civaka Êzîdî silav û pîroz dikin. Em ê bi hemû hêza xwe li civaka Êzîdî û berxwedana wê ya ji bo rûmeta Kurd û Kurdistanê xwedî derkevin û nehêlin ku carekdin Ferman û qirkirin bên serê wê û axa wê ya pîroz Şengalê. Bi vê armancê em bang li hemû gelê Kurd û Kurdistaniyan dikin ji bo Şengalê li ser piyan bin. Heya ku Şengal û civaka Êzîdî nekeve man aramî û ewlehiyê divê rojeva me Şengal be. Ewlehî û aramiya Kurd û Kürdistanê di Şengalê de derbas dibe.
Em di dawiyê de bang li PDK û hikûmeta Hewlêrê jî dikin ku dev ji vê siyaseta xwe ya bê oxir berdin û bela xwe ji civaka Êzîdî û Şengalê berdin. Êdî bes Şengal û civaka Êzîdî bikin hedef ji hêzên dagirker re. Tiştê ku hûn bi navê Kurditiyê dikin ji bona Kurd û Kurdistanê rûreşiye. Dev ji vê rûreşiyê berdin.
Rêxistinên Partî û Saziyên Kurdistanî yên li Ewrupa
- YNK (Yektiya Niştimanî Kurdistan)
- Tevgêra GORRAN
- KCDK-E (Kongra Civaka Kurdistaniyan-Ewrupa)
- TJK-E (Tevgêra Jinên Kurdistanê-Ewrupa)
- Partiya ŞÛÎ Kurdistan Basur
- Partiya Zahmetkêşan – Başûr
- PADÊ (Partiya Azadî û Demokrasiya Êzîdiya)
- Tevgêrê Azadî
- PYD (Partiya Yekîtiya Demokrat) • P.D.K.S (Partiya demoqtat a kurdi ya sûrî)
- Partiya Çep a Kurd li Sûrî.
- Tevgera Nûjen ya Kurdistanî-Sûrya.
- PÇDKS ( Partiya çep a Demoqrat a Kurd li Sûriyê.)
- Partiya Demokrata Kurd li Sûriya( El Partî).
- Partiya Çep a Demokrat li Sûriya.
- Partiya Rêkeftin a Kurd li Sûrya.
- Partiya Çaksaziya Kurd li Sûriya.
- Partiya Kesk a Kurdistanî li Sûriya.
- Partiya Demokrata Kurdistanî li Sûrya.
- Partiya Komanist a Kurdistanî li Sûriya.
- PÎK (Partiya islamiya Kurdistan)
- KKP ( Partiya Kominista Kurdistan)
- Tevgera Kawa
- PJAK(Partiya Jiyana Azada Kurdistan)
- Yakyatî Şorşgêrî Kurdistan
- KODAR (Civaka Demokratîk û Azada Rojhelatĕ Kurdistan)
- KJAR (Civaka Jinên Rojhelatî Kurdistan)
- Platforma Horam
- Plattform Zagros
- Plattform Yarsan
- Yarî Kurd
- Tevçand (Tevgera Çand û Hunera Kurd)
- Kurdische Gemeinde Stuttgart e.V
- FEDA ( Federesyona Elewîyên Kurdistan)
- NAV – YEK (Federasyona Komelên Êzidiya)
- Kurdische Zentrum Berlin
- CIK ( Civaka Islamiya Kurdistan)
- Enstituta Kurdî – Almanaya
- Enstituta Kurdî – Bruksel
- MŞD ( Meclîsa Şingal a Derveyî Welat)
- YMK ( Yekîtîya Mamostayên Kurdistan)
- YES (Yekitiya Êzdiyên Sûri)
- Kurdisch Gemeinde Brandenburg – Berlîn
- Dachverband der Êzidischen Frauenräte • DKF (Deutsch-kurdisches Forum) e.V Dresden
- Mezopotamya Halk Kongresi.
- Mezopotamya Özgurluk Partisi.
- Kurdistan human rights Association