Sunday , April 28 2024
Home / Uncategorized @Kr / SERHILDAN’A 1925!

SERHILDAN’A 1925!

SERHILDAN’ A 1925!
Bi dawîhatina Şerê Parvekirina Bazara Yekemîn re, li herêmên ku dewlet lê hatin reformkirin, gelek dewlet-netewe derketin holê û Şoreşa Cotmehê ya 1917-an piştgirî da damezrandina netewe-dewletên nû.
Brîtanya û Fransa di sala 1916’an de bi peymana veşartî ya Sykes-Picotê Rojhilata Navîn û Kurdistan, di navbera xwe de parve kirin. Hemû maf û daxwazên netewî yên demokratîk, ên gelê me ji holê hatin rakirin.
Artêşa Osmanî peymana Mondrosê bi cih neanî û êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê domandin.Û hêzên navneteweyî jî bêdeng man. Piştgirî dan êrîşên Osmanî.
Di Peymana Sêvrê de soza statuya otonomiyê ji kurdan re hat dayîn, lê li Lozanê behsa kurdan nehat kirin.
Ji ber ku di muzakereyên hêzên emperyalîst de daxwaza azadiyê neket pâre gelê me, bi peymana navneteweyî ya 24’ê Tîrmehê li Lozanê hat îmzekirin, welatê me Kurdistan bû çar parçe.
Dewleta Tirk a kolonyalîst ku alîgirê Peymana Lozanê bû, êrîşên xwe yên li ser Kurdistanê berdewam kir û polîtîkayên xwe yên asîmîlasyonê zêde kir. Ermenî, Suryanî, Keldanî, Çerkez û mîrateya qirkirinê ji Împaratoriya Osmanî wergirtine. Li ser gelan berdewam kir û bi taybetî rêxistinên Kurdistanê ji hatun kadexekirin.
Dema ku dewleta Tirk a kolonyalîst dest bi van êrîşan kir, bi taybetî jî li dijî rewşenbîr û pêşengên baskên Kurdistanê, di sala 1922’an de bi gelê mera ku baweriya xwe bi rejîma Tirk ne dayê kirin, bingeha rêxistina AZADÎ ava kir.
Ji lîderên leşkerî û siyasî yên rêxistina AZADÎ Cibranli Halit Bey di 20’ê Kanûna 1924’an de hat binçavkirin. Doz û girtinên li ser kadroyên pêşeng ên rêxistina Azadiyê dewam dikin. Yusuf Ziya Bey li Bedlîsê tê girtin û Îhsan Nûrî je tê xwestin.
Di encama girtina leşker û kadroyên pêşeng ên rêxistina Azadî de, hemû barê rêxistinê dikeve ser milê Şêx Seîd. Şêx Seîd bi vê hişmendiya ku dîrokê li ser wî ferz kiriye tevdigere hewl dide rêxistinê kom bike. Di demeke kin de xebatên xwe yên rêxistinî li Bakurê Kurdistanê lez dike û ji bo rizgarkirina hevalên xwe yên li girtîgeha Bedlîsê planan çêdike. Dewleta Tirk a kolonyalîst ji bo pêşî li pêşketin û xurtkirina rêxistinê bigire, her care provokasyonan diafirîne. Di 13’ê Sibata 1925’an de bi hinceta provokasyona ku bû sedema mirina 2 leşkeran dest bi êrîşan kir. Berxwedana li dijî rejîma kolonyalîst di demeke kurt de li Bakurê Kurdistanê jî belav bû. Hin bajar tên girtin, li bajar û navçeyên hatine desteserkirin rêveber tên tayînkirin û sîstema bacê ya dewleta Tirk tê rakirin.
Dewleta Tirk a kolonyalîst a ku li hemberî Serhildana 1925’an têk çû, ji hêzên din ên kolonyalîst piştgirî digire. Destûra derbaskirina leşker, tank û topan ji rêya trênê stend, ku di bin kontrola Fransiyan de bû û Kurdistanê kiribû du par, ku Almanya di dema Osmaniyan de dest pê kiribû. Dema ku bi van çekan şervanên Kurdistanê dorpêç dike, ji Bakur bi bombe û gazên jehrî bi balafirên şer êrîşan dijwar dike. Dewleta Tirk a Kolonyalîst ku xwedî çek û cebilxaneyeke bê hevseng e, ji aliyê şervanên Kurdistanê ve têk diçe û dest bi qirkirineke mezin dike. Di 15’ê Nîsana 1925’an de Şêx Seîd û hevalên wî hatin girtin. Dema ku pêşengên berxwedanê hatin girtin, Halît Bég û Yusuf Ziya Begê ji Xalit Cibran li Bedlîsê li dadgeheke sıxte hatin îdamkirin.
Kurdê ku derket pêşberî Dadgehên Îstiqlalê, ku li Bakurê Kurdistanê maqînên şer in, bêyî ku bibêjin zarok û kâl û pîr, şandin rojiya mirinê, armanc ew e ku bi rêya asîmîlasyonê, bi tinekirina hişmendiya kurdbûnê gelê me tirk bike. Bi sirgûnê, ji tirs û xofê nav civake de peş xistin.
Di dema dadgehkirina Şêx Seîd de komkujî û qirkirinên mezin berdewam kirin, hemû saziyên Kurdistanê yên heyî hatin girtin.
Li Dadgeha Îstîqlalê ya ku di 29ê Hezîrana 1925an de li dêra Ermeniyan a Amedê hat avakirin, Ermeniyek û Asûrîyek tevî 47 gelên Kurd ên berxwedêr daxwazên gelê Kurd ên netewî û demokratîk qîriyan û bi hemû fîtneyên îdamê heta ber textê îdamê meşiyan. taybetiyên lehengiyê, gelê Kurd û cîhanê bi taybetî hînî gelê xwe kir.
Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) bejna xwe li ber qehremanên me yên di têkoşîna rizgariya netewî de nemir, bi taybetî Şêx Seîd û 46 hevalên wî ditewîne. EM Ê JI BÎR NEKIN!
Bijî Kurdistana Azad a Demokratîk!

Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP)
Komîteya Navendî
28 Hezîran 2023

Bölüme ait diğer yazılardan!

ROJ PARASTINA ROJAVA YE! KKP

ROJ PARASTINA ROJAVA YE! Senaryoya çalakiya dewleta Tirk a faşîst a kolonyalîst a li kolana …