Saturday , April 27 2024
Home / Aktûel / Encamnameya Civîna Awerte (14.) ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Encamnameya Civîna Awerte (14.) ya Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

Bi amadebûna nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî, komîteya diplomasîya hevbeş, roja 02.02.2018 an, civîna xwe ya çardemîn (awerte) li navenda KNK ê, li Brukselê pêkanî. Ev civîn civînek awerte bû. Civîn li ser rewşa Efrînê bû, yek mijara civînê hebû, li hember êrîşa dewleta Tirk di qada dîplomatîk de, em dikarin çi bikin. Di civînê de, pêşîyê ji alîyê nûnerên Rojava ve, li ser rewşa Efrînê ya niha, rewşa şer, rewşa gel û helwestên derdorên eleqedar, agahdarî hatin dayîn. Herweha rewşa siyasî û dîplomatîk ya hêzên Kurdistanî, herêmî û cihanî jî hatin nirxandin.

Gorî van nirxandinan:

Efrîn Kurdistan e, êrîşa dewleta Tirk ne tenê li ser Efrînê ye, li ser hemî kurdistanê ye. Dewleta Tirk dijmina sereke ya gelê Kurde û divê hemî Kurdistanî li hember vê dijminatî û êrîşan rawestin û Efrînê biparêzin.

Civîn, hêzên QSDê, çi jin çi mêr hemî berxwedêrên Efrînê ku bi qehermanîyekî bê hempa berxwe didin û Efrînê diparêzin, herweha hemî gelê Efrînê bi dilgermî silav dike, hevaltî û hevkarîya xwe ji wan re dubare dike.

Civîn, di şexsiyeta şehîdên berxwedana Efrînê de hemî şehîdên Kurdistanê, bi rêz û hurmet bîr tîne û ji malbatên wan û ji hemî gelê Kurdistanê re serxweşîyê dixwaze. Herweha ji hemî brîndarn re jî daxwaza şîfayê dike.

Civîn, dilxweşîya xwe tîne ziman ku derdorê mesela Efrînê de, yekîtîya gel û hêzên Kurdistanî pêkhatîye. Gelê me li seranserê Cihanê bi yek dengî li hember Êrîşên dewleta Tirk derdikevin. Em wan pîroz dikin û em hêvî dikin ku ev rewş û ev helwest, bibe bingeha yekîtîya neteweyî ya mezin.

Civîn, helwesta dewleta Rusya ya li Efrînê şermezar dike û vê helwestê layiqê gelê Rusya yê nabîne û bang li rêveberîya Rusya dike ku zûtirîn demê de dev ji vê helwesta xwe ya xirab berde û nebe hevkarê dewleta Tirk.

Civîn, di mesela Efrînê de helwesta Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (UN), NATO, Amerîka û welatên Ewropa dûrî pîvanên mirovî û ehlaqî dibîne. Bang li van sazî û welatan dike ku bi eşkereyî dijê êrîşên dewleta Tirk helwest bigrin û van êrîşan bidin rawestandin.

Civîn, helwesta reya giştî ya Cihanî pozîtîf dibîne û ji bo ev helwest bi xurttir bibe û bandor li ser dewletan bike, divê sûcên dewleta Tirk û rastîya gelê Kurd zêdetir bêne bilvkirin û karên bi dostên biyanî re bê navber bêne berdewamkirin.

Êrîşên dewleta Tirk dijê qanûn û peymanên navneteweyî ne. Dewleta Tirk bi êrîş û kiryarên xwe yên hovane, li Efrînê pîvanên huqaqa şer binpê dike û sucên dijê mirovatîyê pêktîne. Dewleta Tirk, hevkarîya hêzên El Qaîde û bermayên DAIŞê dike û êrîşa li ser Efrînê têkoşîna li hember DAIŞê lewaz dike. Civîn, êrîşa dewleta Tirk û hevkarên wê, bi tundî şermezar û mehkum dike.

Piştî agahdarî û nirxandinan, li ser xebatên di asta navneteweyî de heta niha pêkhatî, agahdarî hatin dayîn. Xebatên heta niha hatine kirin başin û di reya giştî ya Cihanê de û ragihandinê de gelek encamên baş pêkhatine. Lê ev mehela yekemîn bû, ev tinê têrê nakin. Di merheleya duyemîn de divê em karekî xurttir bikin daku bandor li ser dezgehên biryarê zêdetir bê kirin û di asta sazîyên navneteweyî û dewletan de helwestek baş derkevi holê.

Peyre jî pêşniyar hatin girtin û plansazîyek berfireh ji bo dema pêş hate çêkirin.

Komîteya Dîplomasîya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî

04.02.2018, Bruksel

1. Komîsiyona Karê Derve ya KNK ê

2. YNK

3. PYD

4. GORAN

5. Yekgirtuyî Islamî Kurdistan

6. KCDK-E (Kongra Civaka Demokratîk Kurd– Ewropa)

7. E.S.U (Yekîtiya Suryaniyên Ewropa)

8. KOMELE (Rêkxirawî Kurdistanî – Hizbî Kumunîstî Îran)

9. HSDK (Hizbî Sosyalîstî Demokratî Kurdistan)

10. TJKE – (Tevgera Jinên Kurdistan – Ewropa)

11. Komela Îslamî Kurdistan

12. Partiya Yekîtîya Suryanî – Rojava

13. PJAK

14. Nûnertiya HDP ya Ewropa

15. PÎK – Partîya Îslamîya Kurdistan

16. P.D.K.S (Partiya Demoqrat a Kurdî ya Sûrîya)

17. Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan

18. PDK-S – El Partî (El Partî Demuqratî Kurd – Sûrîya)

19. Partîya Kaskên Kurdistanê – Rêkxrawa Sewza Ewropî Kurdistanî

20. PDPK-S (Partîya Demokrata Pêşverû Kurd – Sûrîya)

21. Enstituya Kurdî ya Brukselê

22. Federasyona Êzidîyên Kurdistan

23. Rêkxirawî Demokratîkî Yarsan

24. T.N.K.S (Tevgera Nûjena Kurdistan – Sûrîya)

25. MŞD – Meclisa Şengalê ya Derveyî Welat

26. KKP (Partîya Komunîstên Kurdistan)

27. PYDK-S – El Wehde

28. PRK (Partîya Rizgarîya Kurdistan)

29. PÇK-S (Partîya Çepa Kurd – Sûrîya)

30. P.Ç.D.K-S (Partîya Çepa Demokrata Kurd – Sûrîya)
31. Partî Sebixweyî Kurdistan

32. Partîya Keska Kurdistan (Rojava)

Bölüme ait diğer yazılardan!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin!

Em bi yek deng li hemberî êrişên dewleta Tirk helwest bigrin Li hemû cîhanê mirovahî …