Friday , March 29 2024
Home / Aktûel / Encamnameya Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî!

Encamnameya Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî!

Li ser banga Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yektîya Parlamenterên Kurdistanê (KPU), 21.11.2020an roja Şemîyê li ser tora Zoom ê (Online), bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” konferansek pêkhat. Nûnerên piranîya partî û rêxistinên Kurdistanî, nûnerên rêxistinên civakî, gelek siyasetvan, ronakbîr, hunermend, nivîskar, medyakar û kesayetên serbixwe, ji çar beşên Kurdistanê û derveyî welat derdorê 250 kesî di konferansê de amadebûn û dîtin û peyamên xwe pêşkêş kirin. Li gel fikr û ramanên cuda jî, cihê dilxweşîyê ye ku beşdarên konferansê, hemî alîgirê diyalog û aştiyê ne. Em dikarin bêjin ku beşdarên “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” bi axaftin û daxwazîyên xwe yên bi reng û reng, bûne nûnerên hestên milyonan gelê Kurdistanê. Helwest û daxwazên beşdarvanan hem jibo tekoşîna hemberî dagirkeran, hem jî jibo çareseriya pirsgrêkên navxweyî, hêviyeke mezin çêkir. Vê dema hesas de ku li Kurdistanê, li herêma Rojhilata Navîn û li Cihanê, pêşketinên nû rûdidin û guhertin çêdibin, pêkanîna kombûnên vî rengî, pêwîstin û xizmet ji diyalog, aştî û yekîtîyê re dikin.

Piştî analîz û nîqaşên kûr û dirêj, konferansa bi navê “Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî” van xalên jêrin ji reya giştî re pêşkêş dike:
1- Konferans, li kîjan parçeyî dibe bila bibe, deskevftên gelê Kurdistanê deskeftên neteweyî dibîne û parastina van deskevftan jî, erkekî neteweyî û niştimanî dibîne û rêz lê digre.
2- Konferans, şerê navxweyî weke xeta sor bi nav dike, şerê navxweyî heram û mehkum dike. Nabe hîç hêz û kesek bikeve nava şerê navxweyî, divê hemî pirsgirêkên nav hêzên kurdistanî de derdikevin, bi rêya diyalogê bêne çareserkirin.
3- Konferans, dijê hemî rûbirûbînên çekdarî di navber hêzên Kurdî de ye, vê rewşê jibo hemî deskevftên Kurdistanê xeterîyek mezin dibîne.
4- Konferans, jibo li hev bawerkirin û hevdû qebûlkirinê, hemî bang û înîsîyatifên jibo diyalogê destek dike, piştgirîyê dide hemî helwestên aştî û diyalogê.
5- Kurdistan û herêma Rojhilata Navîn di nava alozî û guhertinan de derbaz dibe. Ev rewş jibo gelê Kurdistanê hem xeterî û hem jî derfetan jî bi xwe re tîne. Konferans, di vê dema krîtîk de bang li hemî hêzên Kurdistanî dike ku nakokîyên di nav xwe de bidin alîkî, werin ba hev, yekîtîyekî xurt nav xwe de pêkbînin.
6- Jibo rewş aloztir nebe û rêya diyalogê bê xweşkirin, Konferans bang li alîyên nakok dike ku hemleya ragihindinê ya dijê hev rawestînin.
7- Konferans, jibo di navbera her du aliyan de diyalog pêkwere û alozî ji holê rabe, înîsîyatîfa bi pêşengtîya Kongra Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Yektîya Parlamenterên Kurdistanê (KPU) de hatî despêkirin, giring dibîne û destek dike. Di heman demê de Konferans, dixwaze ev înîsîyatîf bê firehkirin û kesayetên bi bandor û xwedî ezmûn jî, di nava vê înîsîyatîfê de cihê xwe bigrin.
8- Konferans, hêvîdare ku hemî alîyên Kurdistanî jibo pêkanîna dezgehek wek menber û sîwane, karekî cidîtir bikin û di heman demê de li ser peymannamekî neteweyî û niştimanî (Sonda Neteweyî) rêkbikevin.

Şêwira Pêşxistina Diyaloga Navxweyî 25.11.2020

Bölüme ait diğer yazılardan!

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re, Dîtin û daxwaziyên me sazî û partiyên Kurd di derbarê pandemiya Covid-19 de,

Ji saziyên navnetewî û wezîrên karên derve yên welatan re, Dîtin û daxwaziyên me sazî …