Saturday , July 27 2024
Home / Uncategorized @Kr / ME BI HEV RE DENGÊ XWE LI DIJÎ DEWLETA TIRK YA FAŞÎST BILIND BIKIN A ÇEKÊN KIMÎMAYÎ BIKARANÎN!

ME BI HEV RE DENGÊ XWE LI DIJÎ DEWLETA TIRK YA FAŞÎST BILIND BIKIN A ÇEKÊN KIMÎMAYÎ BIKARANÎN!

ME BI HEV RE DENGÊ XWE LI DIJÎ DEWLETA TIRK YA FAŞÎST BILIND BIKIN A ÇEKÊN KIMÎMAYÎ BIKARANÎN!

Artêşa faşîst a dewleta Tirk a dagirker li Başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî êrîşî gelê me û şervanên azadiyê yên PKK’ê dike.
Dewleta Tirk a dagirker heta îro êrîşên xwe yên bi fosfor û çekên kîmyewî yên qedexe li ser gelê me di navberên demkî de didomîne. qanûnên şer ên navneteweyî binpê dike. Wî di şeş mehên dawî de zêdebûna dosya êrîşên xwe berdewam kir. Li gorî agahiyên ku ji Navenda Ragihandinê ya HPG’ê hatin wergirtin, di sala 2021’an de 367, di nava 6 mehên dawî de jî 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe hatine bikaranîn. Di van êrîşan de bi sedan cangoriyên azadiyê nemir bûn.

Banga me ji gelê me û gelên cîhanê re; Werin em hemû bi hev re li dijî dewleta Tirk a faşîst ku sûcê mirovahiyê dike dengê xwe bilind bikin… Em careke din nehêlin dagirkeriya Kurdistanê derbas bibe…

Dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên fosforê bi delîlên xwe ketin rojeva raya giştî ya cîhanê. Dewleta Tirk a faşîst a kolonyal, sûcên li dijî mirovahiyê didomîne, HPG’ê ji raya giştî re ragihand ku 17 gerîlayên bi çekên kîmyewî nemir bûne. Ji gelê Kurdistanê re sersaxiyê dıxwazım.

Li dijî vê hovîtiyê gelên Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanî û dostên Kurdan ev demeke dirêj e li her qadê dengê xwe bilind dikin û hewl didin banga xwe bigihînin hemû cîhanê. Mixabin ji bilî hinek rêxistinên mafên mirovan kes guh nade vê bangê. Bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropayê û saziyên pêwendîdar li ser bêdengiya xwe israr dikin. Dewleta faşîst a Tirk cesaretê ji vê rewşê digire û doza êrîşên xwe zêde dike.

Rayedarên dewleta faşîst a Tirk her roj sûcekî nû li sûcên şer û sûcên mirovahiyê yên li Kurdistanê zêde dikin. Serokê dewleta Tirk a dagirker faşîst Erdogan û endamên hikûmetê, fermandarên artêşa Tirk û endamên MÎT’ê sûcên li dijî mirovahiyê didomînin.

Hevalno, em li hember tiştên ku li Kurdistanê diqewimin bêdeng nemînin; Her roj Kurdistan li pêşberî cîhanê ye, artêşa Tirk a faşîst bi çekên kîmyewî yên qedexe êrîş dike, hiqûqa navneteweyî binpê dike, sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê dike. Li hemberî vê divê Kurd û dostên gelê Kurd li her qadê dengê xwe bilind bikin.

Wek Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP); Li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe bang li gelê xwe û têkoşîna azadiyê ya mafên xwe dikin.

Banga me ji bo gelê Kurdistanê ye; roj roja berxwedanê ye, roja pêkvejiyana bi gelê me re ye, roja afirandina yekîtiya netewî ya Kurdistanê ye, roja parastina gerîlayê ku di têkoşîna azadiyê de nemir bûye ye… KKP armanc dike ku bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî vê hovîtiya dewleta Tirk a faşîst a kolonyalîst têkoşîn û hevgirtinê bilind bike… Em bang li saziyên mafên mirovan û mirovên aştîxwaz ên humanîst dikin ku li dijî hovîtiya gelê me re bibin û bibin dengê gelê me lı hembere dewleta Tirk.

Partiya Komunîst A Kurdistan (KKP)
Komîteya Navendî

Bölüme ait diğer yazılardan!

JI GELÊ ME RE!

JI GELÊ ME RE! Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Kongreya xwe ya 10.mîn bi serkeftî …